A delegation from the Autonomous Administration meets with the Vice President of the French Senate.
2022-08-03
Anis Brown: Australia urges all parties to find a political solution for the Syria crisis based on UN Security Council Resolution 2254
2022-10-28

Tebaxê li avahiya Galeriya Tretikovskayê merasima bidawîbûna pêşengeha hunera hemdem a navnetewî li paytextê pêka hat. Pêşengeh bi piştgirîya Şaredarîya Moskowê, Yekitîya Hunermendên Rûsyayê, Yekitîya Hunermendên Ewrasyayê, Wezareta pîşesazî û bazirganîyê ve hatibû organîzekirin. Ji Rûsya, Sûrîyê, Israîlê, Çînê, Swêdê, Ermenistan, Kazaxistan, Azerbeycan û ji gelek dewletên din zêdeyî 1000 xebatên bi stîlên curbecur û ji herêm û welatên cuda beşdarî pêşbirka vê pêşangehê bûbûn. Ser navê Nûnertîya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê li Federasyona  Rûsyayê fotografgirê kurd Alan Roj bi xebata xwe ya bi navê ” Çavên Zarokekî ji Şingalê” di vê pêşbirkê da cihê 3. wergirt.

Hunermendê ji Rojava di pêşengeha navnetewî ya li Petersburgê da jî cihê 2. girtibû, û pêşengehên fotografên wî li Moskowê û çend bajarên din yên Rûsyayê hatibûn pêşandan. Taybetmendiya  Xebatên fotografgirê Kurd Alan Roj ew e ku, bi dîmeneke biçuk û kêlîyekê di cih de, geh çavên zarokekê, geh ken û awirên jinekê, geh rûyê kal û pîrekê bi hostetî dikare behsa rewşa herêm tê de bike û alozî û tiştên bi serê herêmê hatî derbasî wêneyan bike. Wêneyên Alan Roj û xebatên hunermendên din yên ji Rojava wek belgeyek dokumenter û hunerî rastîya gelê herêmê radixe ber çava û di ragihandin û belavkirina rastîya herêmê û têkoşînê da roleke girîng dilîzin.